Sê welatiyên Kurd li Serdeşt û Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Hengaw; Yekşemî 29ê Kanûna 2024an
Li berdewamiya pêla girtina welatiyan di Kurdistanê de, sê welatiyên Kurd ên bi navên Xalid Mihemediyan, Emîn Baziyan û Weyse (naskirî bi Sayko Roj” ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarên Serdeşt û Pîranşarê hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin. Hejmara binçavkiriyên vê dawiyê li Pîranşarê giha bi 6 kesan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 28ê Kanûna 2024an, Weyse (Sayko Roj) ê 25 salî û xelkê Pîranşarê û Xalid Mihemediyan ê xelkê gundê “Nistan” ê girêdayî bajarê Serdeştê û rûniştiyê bajarê Rebetê yê girêdayî heman bajarê ji aliyê hêzên ewlehî ve û bi bê hebûna her cure belgeyeke yasayî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi trombêlên “pilak şexsî” êrîşî ser mala Xalid Mihemediyan kirine û tevî binçavkirina vî welatiyê Kurd, mala wî jî vekolîn kirine.
Herwisa û ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Înê 27ê Kanûna 2024an, Emîn Baziyan ê temen 22 salî û xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya vî bajarî ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û tevî derbasbûna sê roj ji dema binçavkirina wî, heta niha zanyariyek ji çarenivîs û rewşa wî ber dest nîne.
Bi girtina Wesye (Sayko) û Emîn Baziyan, hejmara welatiyên hatinî girtin di rojên borî de li bajarê Pîranşarê giha bi şeş kesan.
Berê Hengawê ji girtina aliyê kêm çar welatiyên din ên bi navên Aram Mihemedî ê xelkê gundê "Peswê"ya Pîranşarê, Bêhzad Mehmûdî yê 27 salî û xelê Peswê, Mûsa Resûlî yê 30 salî û xelkê gundê “Xurinc” û Soran Mihemedpûr ê 25 salî û xelkê Pîranşarê li meşa êrîşa berfireh a hêzên îdareya Îtilaatê li ser malên wan ên kesî dabû zanîn.
Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê ji Pîranşarê, hêzên îdareya Îtilaatê bi awayekî tundûtîjî hewla girtin û vekolîna mala van welatiyane dane û dest bi ser hin ji kelûpelên van kesane wek telefonên wan de girtine.
Lipeyketinên malabatên van welatiyane ji bo agehdarûn ji qeder û rewşa wan heta niha bê encam maye û hêzên ewlehî xwe ji dana her cure bersivekê di vê derbarê de dûr digirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast li derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van welatiyane ber dest nîne.