Mehabad; Girtina Cemal Şêxepûr û Efşîn Xelîfezade ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Duşemî 30ê Kanûna 2024an
Li berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, du welatiyên Kurd ên bi navên Efşîn Xelîfezade û Cemal Şêxepûr ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên roja Yekşemî 29ê Kanûna 2024an, du welatiyên xelkê gundê “Qum Qele” yê ser bi bajarê Mehabadê yên bi navê Cemal Şêxepûr û Efşîn Xelîfezade ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev welatiyane bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî di malên xwe de û bi awayekî hovane hatine binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.