Berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd; Sê welatî li Şinoyê hatine girtin\ Di vê mehê de 66 welatiyên Kurd hatine girtin

Hengaw; Duşemî 30ê Kanûna 2024an
Rehman Tabiş û Kuroş Ezîzî, girtiyên berê yên siyasî yên Kurd û xelkê bajarê Şinoyê digel Hêdî Şadîxwah ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin. Pêka amar û belgên hatinî tomarkirin li Hengawê, di heyama meha Kanûnê de heta niha 66 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 4ê sibêdeha roja Duşemî 30ê Kanûna 2024an, Rehman Tebiş ê girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li mala xwe ya malbatî li bajarê Şinoyê hate binçavkirin. Hevdem Hêdî Şadîxwah yê xelkê gundê “Sîngan”ê di mala xwe ya malbatî de hate binçavkirin.
Li gorî çavkeniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê di dema girtina Rehman Tebiş û Hêdî Şadîxwah de tevî çêkirina rewşeke tirsandin û tundûtîjiyê, mala wan jî vekolîn kirine.
Herwiha roja Yekşemî 29ê Kanûna 2024an, Kuroş Ezîzî yê girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li cihê karê xwe hate girtin. Hêzên îdareya Îtilaatê piştî binçavkirina vî girtiyê siyasî yê berê, êrîşî ser mala wî kirine û dest avêtine bi vekolînkirina mala wî.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van sê welatiyên Kurd ber dest nîne.
Rehman Tebiş sala 2020an jî hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” bi sê sal û şeş meh girtîgehê hatibû sizadan. Navbirî piştî derbaskirina heyamek ji sizayê xwe yê girtîgehê di girtîgehên Şino û Nexedê de hate berdan.
Kuroş Ezîzî jî di sala 2018an de hatibû girtin û piştre bi heman tohmetê 4 sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, ku 3 sal ji vê sizayê diviya were cîbicîkirin. Navbirî di rêkefta 22ê Kanûna 2019an de ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû veguhestin û piştre bi awayekî mercdar ji girtîgehê hatibû berdan.