Berdewamiya pêla girtina welatiyan li Kurdistanê; Raporek li ser girtina çar welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Duşemî 30ê Kanûna 2024an
Li berdewamya pêla girtina welatiyan di Kurdistanê de, çar welatiyên Kurd ên bi navên Resûl Pûrxizrî, Fayîq Qadirzade, Ferdîn Nûrî û Fayîq Reşdiyan ji bajarên Seqiz, Şino û Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin. Bi hesabkirina van çar haletan, hejmara welatiyên hatine girtin li bajarên cuda yên Kurdistanê di heyama meha Kanûnê de giha bi 70 kesan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sibêdeha roja Yekşemî 29ê Kanûna 2024an, Fayîq Qadirzade yê temen 21 salî û xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li cihê karê xwe li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.
Hevdem Resûl Pûrxizrî yê xelkê gundê "Sofiyan" ê ser bi bajarê Şinoyê, demjimêr 1ê sibê bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatiye binçavkirin û bi hesabkirina vê haletê hejmara welatiyên ku roja borî hatine girtin li vî bajarî giha bi çar kesan.
Herwiha, roja Pêncşemî 26ê Kanûnê, du welatiyên xelkê gundê "Xûrdelûkî" yê ser bi navçeya Serşîw a Seqizê yên bi navên Ferdîn Nûrî û Fayîq Reşdiyan ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Banê hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbatên van çar welatiyên Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wan heta niha bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera van welatiyên Kurd li ber dest nîne.