Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgeha Lakan a Reştê
Hengaw; Duşemî 30ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navê Îsmayîl Mîrzayî û Fetah Mehmûdî, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Lakan a Reştê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 21ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina Îsmayîl Mîrzayî û Fetah Mehmûdî, herdu xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Lakan a Reştê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyane berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.