Serpêla Zehawê; Hejmara girtiyan giha bi 8 kesan
Hengaw; Şemî 21ê Kanûna 2024an
Welatiyek Kurd ê xelkê bajarê Serpêla Zehawê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê Kawe Sohrabî ji hefteya borî ve ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin û herwisa zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne. Navbirî digel 7 welatiyên dinê û ji ber weşana hin majaran di nav torên civakî de piştî herifîna hikûmeta Beşar Esed hatine girtin
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Kawe Sohrabî yê 22 salî û xelkê bajarê Serpêla Zehawê ji heft roj berî niha ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.
Kawe Sohrabî roja Yekşemî 15ê Kanûna 2024an, li meşa êrîşa hêzên Îtilaata Spahê li ser mala wî bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin.
Berê Hengawê derbarê girtina 7 welatiyên dinê yên bi navên Umîd Salihî yê 17 salî, Aymen Sefayî yê 21 salî, Komar Salihî yê 23 salî, Hêmin Palanî yê 25 salî, Îrfan Muradî yê 25 salî, Xalid Kemerî yê 27 salî û Peyam Rencber yê 27 salî, di heman rojê de li Serpêla Zehawê nûçeyek belav kiribû.
Ev welatiyane ji ber “weşana hin mijaran di nav torên civakî de û bi nîşandana kêfxweşiya xwe ji herifîna hikûmeta Beşar Esed” hatine girtin.
Nûçegihaniya hikûmetî ya “Fars”, bi bê îşarekirin bi nasnameya van kesan, li gorî serdozgerê Serpêla Zehawê ji binçavkirina endamên toreke tundajo ji aliyê Îtilaata Spahê ve ragihandiye.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev welatiyane bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin û rewş û şêweya ragirtina wan nexuya ye.