Serdeşt; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Îsmayîl Osmanî ji aliyê hêzên ewlehî ve

31 December 2024 11:47

Hengaw; Sêşemî 31ê Kanûna 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê yê bi navê Îsmayîl Osmanî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 28ê Kanûna 2024an, Îsmayîl Osmanî yê 24 salî ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala xwe de hatiye binçavkirin

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Îsmayîl Osmanî yê fermanberê îdareya Postê ya Serdeştê bi awayekî tundûtîjî û bi bê hebûna belgên yasayî hatiye girtin û piştî sê rojan hê jî rewşa wî nexuya ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê binçavkirin, tohmetên hatinî sepandin û cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Bi hesabkirina vî girtiyê, hejmara welatiyên ku di bajarên cuda yên Kurdistanê de li meha Kanûnê hatine girtin giha bi 71 kesan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin