Şino; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Hêmin Şahmihemedî, nûciwanê Kurd ê 17 salî

31 December 2024 13:50

Hengaw; Sêşemî 31ê Kanûna 2024an

Nûciwanekî Kurd ê temen 17 salî yê bi navê Hêmin Şahmihemedî yê xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û bi derbasbûna 5 roj ji binçavkirina wî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 27ê Kanûna 2024an, nûciwanekî Kurd ê 17 salî yê bi navê Hêmin Şahmihemedî yê xelkê gundê "Emîrava" yê girêdayî bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û bi derbasbûna 5 roj ji binçavkirinê ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ev nûciwanlê Kurd binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî nûciwanê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin