Sayînqela; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

31 December 2024 21:22

Hengaw; Sêşemî 31ê Kanûna 2024an

Diyako Mehmûdî û Soran Xizrî, du welatiyên Kurd û xelkê bajarê Sayînqelayê, bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin û bi derbasbûna 3 roj ji binçavkirina wan ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 29ê Kanûna 2024an, du welatiyên Kurd ên bi navên Diyako Mehmûdî û Soran Xizrî, xelkê bajarê Sayînqelayê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Urmiyê ve li bajarê Sayînqelayê hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin û bi derbasbûna 3 roj ji binçavkirina wan ti zanyariyek derheq qedera van li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi lêdan û kutanê ev herdu welatiyên Kurd binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin