Girtin û nexuyabûna çarenivîsa du endamên malbatekê li Mehabadê

01 January 2025 20:05

Hengaw; Çarşemî 1ê Çileya 2025an

Xalid Bekirî û Mihemed Bekirî, du birayên Kurd û xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 30ê Kanûna 2024an, Mihemed Bekirî yê temen 43 salî û bavê du zarokan ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mihemed Bekirî li ser rêya Azadî ya bajarê Mehabadê û dema ku vedigeriya mala xwe hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, berî niha roja Yekşemî 29ê Kanûna 2024an, Xalid Bekirî yê temen 46 salî û birayê mezin ê Mihemed Bekirî li ser rêya Mehabad bo Serdeştê di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê de hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin