Şino; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Emîr Cangulî

02 January 2025 11:32

Hengaw; Pêncşemî 2ê Çileya 2025an

Emîr Cangulî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve sê roj berî niha hatiye girtin û herwisa çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 30ê Kanûna 2024an, Emîr Cangulî yê temen 42 salî û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li taxa Seyîdava ya vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye û saziyên pêwendîdar di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr digirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin