Girtina du nûciwanên Kurd li Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve

02 January 2025 12:06

Hengaw; Pêncşemî 2ê Çileya 2025an

Du zarokên Kurd û xelkê Mehabadê yên bi navê Rizgar Mewlûdî û Kamiyar Îzidî herdu temen 17 salî piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hatine girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 31ê Kanûna 2024an, Rizgar Mewlûdî û Kamiyar Îzidî, herdu temen 17 salî û xelkê gundê "Seholan" ê ser bi bajarê Mehabadê piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hatine girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatine veguhastin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên îdareya Îtilaatê roja Duşemî êrîş kirine ser mala malbatî ya van du welatiyên Kurd û malên van vekolîn kirine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata van du nûciwanên Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van du nûciwanên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin