Mehabad; Gazîkirin û girtina Mihemed Efîdî ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Pêncşemî 2ê Çileya 2025an
Welatiyekî Kurd û xelkê Serdeştê yê bi navê Mihemed Efîdî ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Mehabadê hate gazîkirin û binçavkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 31ê Kanûna 2024an, Mihemed Efîdî yê temen 28 salî û xelkê bajarê Serdeştê û rûniştiyê gundê "Seholan" ê ser bi bajarê Mehabadê piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaatê li vî bajarî hate girtin.
Hengawê berê nûçeya binçavkirina hevdem du zarokên xelkê vî gundî li roja Sêşemiyê yên bi navê Rizgar Mewlûdî û Kamiyar Îzidî herdu temen 17 salî belav kiribû.
Ev welatiyên Kurd piştî gazîkirin û binçavkirinê bo girtîgeha îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê li Urmiyê hatine veguhastin.
Lipeyketinên malbata van welatiyên Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan heta niha bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van sê welatiyên Kurd li ber dest nîne.