Pîranşar; Gazîkirin û pêkanîna dosyeyên dadwerî ji bo 58 welatiyên Kurd ji ber lixwekirina cilên Kurdî
Hengaw; Pêncşemî 2ê Çileya 2025an
Di rojên borî de herî kêm 58 welatiyên Kurd û xelkê bajarên Mehabad, Bokan û Pîranşarê ji wan endamê malbatên cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî, piştî vê ku di rêûresmeke dawetê de beşdarî kirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine gazîkirin û ji bo wan dosyeya dadwerî hatiye pêkanîn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de 58 welatiyên Kurd bo yek ji tayên Lêpirsînê yên Dadgeha Şoreş a Pîranşarê hatine gazîkirin û dê di rojên bê de werine tohmetbarkirin.
Pêka çavkaniyeke agehdar, ev welatiyane ji ber belavbûna hin wêne ji amadebûna wan a bi kom û bi kincên Kurdî û “axabanû” di rêûresmeke dawetê de hatine gazîkirin. Hêjayî gotinê ye ku di Şibata 2022an de, Spaha Pasdaran bikaranîna “axabanû (camane)” wek sembola partiyên Kurdî yên dijberê hikûmetê ragihandibû û bikaranîna wê di rêûresmên Newrozê de qedexe kiribû.
Mucteba Mehmûdî yê Dozgerê Pîranşarê, ev welatiyane bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê (govendkirin, pêkutan û sembolsazî) di rêûresmeke dawetê de û belavkirina vîdyoyên berfireh ên wê rêûresmê di nava torên civakî de, gazî kirine.
Di vê navberê de Hesen Ferasetî Şad, Mihemed Deroftade û Hesen Deroftade ji endamê malbatên Emîr Ferasetî û Komar Deroftade ji cangoriyên tevegera Jin Jiyan Azadî jî hatin gazîkirin.
Nasnameya kesên hatinî gazîkirin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve wiha ye:
Îbrahîm Îsmayîlî
Zaniyar Xizrî
Ezîz Xizrî
Bedî`i Ehmedzade
Mihemedşerîf Emînî Kanî Seyran
Mihemed Deroftade
Hesen Deroftade
Ebdulah Şarban
Enver Tare
Çiya Qasimî
Îsmayîl Mihemedî Erşed
Diyar Mihemedî
Cemal Mehmûdî
Şêx Mihemed Mamilê
Behmen Çeşte
Elî Danişî
Diyako Mehmûdî
Ebdulrehman Siware
Mihemed Dawerî
Ehmed Ebdulahzade
Hemze Zîbakelam
Şerîf Yûsifî
Umîd Çavbazim
Mêhran Kerîmî
Rehîm Ezîzî Xelxane
Ebûbekir Îran Dost
Mihemed Restikar
Seyîd Umîd Qureyşî
Emîr Resûliyanpûr Deşmes
Ceifer Ezîzî
Ebdulselam Emînî
Rehîm Zehra
Îbrahîm Merdanî
Umer Yûsifî
Seyîd Mihemed Salihî
Murad Resûl Seyîd Resûlî
Hesem Ferasetî Şad
Tebîb Moderisî
Adil Danişî
Bayezîd Xizrî
Hesen Resûlzade
Kemal Kakareş
Xalid Ehmedzade
Kamiyar Xizrî
Arman Rehmanîpûr
Hesen Çemenî
Mihemed Resûlpûr
Sidêq Kerîmî
Eliyas Mihemedî
Mikayîl Ehmedzade
Ebûbekir Husênînijad
Umîd Mihemedî
Husên Xedîrpûr
Resûl Pîrûtî
Mensûr Qadirzade
Yûsif Mihemedemîn Kanî Seyran
Hesen Îsmayîlî
Mubîn Pas