Sine; Gazîkirina hejmarek ji çalakvanên kedkarî ji aliyê Dadgeha Şoreş ve

03 January 2025 19:01

Hengaw; Înê 3ê Çileya 2025an

Hejmarek ji çalakvanên kedkarî û jîngehparêzî yên xelkê bajarê Sinê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine gazîkirin. Ji bilî Sûsen Rizayî, Îqbal Şebanî, Ferdîn Mîrekî, Xalid Husênî, Şeys Emanî û Cemal Esedî, Ferşîd Ebdulahî yê bavê Hûmen Ebdulahî yek ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî jî hatiye gazîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de her yek ji Sûsen Rizayî, Îqbal Şebanî, Ferdîn Mîrekî, Xalid Husênî, Şeys Emanî, Cemal Esedî û Ferşîd Ebdulahî ji aliyê Taya Du ya Lêpirsînê ya Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya "Mêhran Remezanî" hatine gazîkirin.

Tohmetên ku li dijî van çalakvanên kedkarî û jîngehparêzî hatine sepandin, "hewldan bo têkdana asayişa giştî" û herwiha "propagendekirin li dijî Komara Îslamî ya Îranê" hatiye diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, van welatiyên Kurd ev tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin red kirine û niha bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê  hatine  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin