Gazîkirin û huşdarîdan bi dehan welatiyên xelkê Merîwanê derheq lixwekirina cilûbergên xakî û cemedanî di rêûresma Newrozê de

Hengaw; Înê 7ê Adara 2025an
Di heyama çend rojên borî de zêdetirî 60 welatiyên ciwan ên xelkê Merîwanê ji aliyê îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatine gazîkirin û derheq lixwekirina cilûbergên xakî û cemedanî li rêûresmên Newrozê rastî gefxwarinê hatine.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di navbera rojên Sêşemî 4ê Adara 2025an û heta Pêncşemî, zêdetirî 60 ciwanên xelkê Merîwanê ji aliyê îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatine gazîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyên Kurd piştî gazîkirin û binçavkirina çend demjimêrî li îdareya Îtilaatê, her yek ji wan bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatine berdan û huşdarî dane wan ku nabe beşdarî li ti rêûresmekê bi taybetî ya Newrozê bi cilûbergên xakî û cemedanî bikin.
Her di vê pêwendiyê de, zêdetirî 58 welatiyên Kurd ên xelkê Pîranşarê bo yek ji tayên lêpirsînê yên Dadgeha Şoreş a vî bajarî hatibûne gazîkirin û bi "propagendekirin li dijî hikûmetê" (govendkirin, pêkutan û sembolsazî) hatibûne tohmetbarkirin.
Herwiha di vê dawiyê de îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê bi zext û gefxwarin ji îdareya çavdêrî ya şûnan û herwisa birêveberên salonên taybet ên rêûresman li bajarên cur bi cur ên Kurdistanê ji wan Sine li derheq bikaranîna cemedanî û cilûbergên xakî ji aliyê mêvanan ve di van rêûresman de huşdarî daye wan.