Îlam; Gazîkirina dubare ya Iqbal Emînî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bo dadgehê

14 May 2024 22:53

Hengaw; Sêşemî 14ê Gulana 2024an

Iqbal Emînî, welatiyê Kurd û xelkê Îlamê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de û herwiha di meha Nîsana Îsal de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin, careke din ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate gazîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Iqbal Emînî yê xelkê Îlamê ji aliyê Dadseraya Giştî û Şoreş a vî bajarî ve hatiye gazîkirin. Li gorî ragihandina Dadseraya Giştî û Şoreş a Îlamê, Iqbal Emînî bi tohmetên wekî "propagende li dijî hikûmetê û bêrêzîkirin bi Xamneyî" divê li Taya Çarem a vê dadgehê amade bibe.

Hêjayî baskirinê ye ku, Iqbal Emînî roja Duşemî 15ê Nîsana 2024an jî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî 8 rojan bi awayekî demkî hatibû beran.

Li gor çavkaniyeke agehdar, girtina wî ya di vê dawiyê de bi şêweyekî tundûtijî û li ber çavên malbata wî, hevjîna wî ya ducanî û zaroka wî ya şeş ​​salî û bi vekolîna mala navbirî pêk hatiye.

Iqbal Emînî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de bi tohmeta "serpereştîkirin di xwenîşandanên Îlamê de û nivîsandina dîwaran", roja Înê 11ê Mijdara 2022an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatibû girtin û roja Çarşemî 14ê Kanûna heman salê, bi awayekî mercdar ji girtîgeha navendî ya Îlamê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin