Nûrava; Gazîkirin û lêpirsîn ji du welatiyan ji ber beşdarîkirin di rêûresma agirê Newrozê de

08 January 2025 11:11

Hengaw; Çarşemî 8ê Çileya 2025an

Du welatiyên xelkê Nûrava yên bi navên Kiyûmers Mîrzabeygî û Xelîl Mihemedî ji ber lidarxistina rêûresma agirê Newrozê li bajarê Nûravayê yê ser bi parêzgeha Loristanê bo îdareya Îtilaata vî bajarî hatine gazîkirin û rastî lêpirsînê hatine.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 6ê Çileya 2025an, Xelîl Mihemedî yê helbestvan û çalakvanê çandî û Kiyûmers Mîrzabeygî yê lêkolîner û mamoste ji ber lidarxistina rêûresma agirê Newrozê bo îdareya Îtilaata Nûravayê hatine gazîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, rêûresma agirê Newrozê bi hilkefta destpêkirina Zivistanê li gundê Hezarxanê yê girêdayî Nûravayê hatiye lidarxistin. Ev rêûresme her sal li çendîn navçeyên Kurdistanê  tê  lidarxistin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin