Hejmara girtiyên hatine darvekirin li girtîgeha Qizilhesara Kerecê giha bi şeş kesan

02 January 2025 21:43

Hengaw; Pêncşemî 2ê Çileya 2025an

Bi eşkerebûna nasnameya sê girtiyên din ên bi navên Elî Wehdanî, Hesen Wehdanî û Şehram Mehdewî yên welatiyên Kurd û xelkê bajarên Bicnûrd û Kirmaşan, hejmara girtiyên ku roja borî sizayê darvekirina van li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hatiye cîbicîkirin giha bi şeş kesan. Hengawê berê nûçeya darvekirina sê girtiyên din ji wan girtiyekî Efxanistanê belav kiribû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 1ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Elî Wehdanî yê temen 43 salî û Hesen Wehdanî yê temen 37 salî û herdu xelkê Bicnûrdê yê girêdayî parêzgeha Xurasana Bakur û Şehram Mehdewî yê temen 28 salî û xelkê Kirmaşanê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest"  ji aliyê Dadgeha Keyferî ve bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê li parêzgeha Elborzê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Elî Wehdanî û pismamê wî yê bi navê Hesen Wehdanî ji şeş sal berî niha ve di dosyeyeke hevbeş de bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Herwiha, Şehram Mehdewî sê sal berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hengawê berê ragihandibû ku, sê girtiyên din ên bi navê Erşiya yê temen 22 salî û Emîn ê xelkê Efxanistanê digel girtiyekî din ku nasnameya wî di halê lêkolînê de ye, hevdem û li heman girtîgehê hatine darvekirin.

Nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin, lê nûçeya darvekirina sê girtiyên dinê hatibû belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin