Raporek ji birêveçûna sizayê darvekirina çar girtiyan ji wan girtiyeke jin li girtîgeha navendî ya Sariyê
Hengaw; Yekşemî 22ê Kanûna 2024an
Çar girtî ji wan girtiyek jin ên bi navên “Efet Hamidî, Yûsif Setarî, Menûçêhr Hidayetî û Cemal Eskerabadî” li girtîgeha navendî ya bajarê Sarî yê ser bi parêzgeha Mazenderanê hatine darvekirin. Ev girtiyane berê bi tohmetên madên hişber û kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan. Hengawê berê ji birêveçûna sizayê darvekirina Cemal Eskerabadî ragihandibû.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 17ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina Efet Hamidî ya derdora 35 salî û Yûsif Setarî yê 38 salî û xelkê Sarî, li girtêgeha navendî ya Sarî hatiye birêveçûn.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Efet Hamidî ji 4 sal berî niha ve bi tohmeta kuştina bi qest a hevjînê xwe hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Wê berê li girtîgehê hebên dije xemokiyê bi kar dianîn û dayîka kurek 9 salî bû.
Herwisa Yûsif Setarî jî, ji 3 sal berî niha ve bi tohmeta kuştina bi qest a hevalê xwe li ser pirsgirêkên madî hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan
Herwisa sizayê darvekirina Menûçêhr Hidayetî yê 47 salî û xelkê Babolê û Cemal Eskerabadî yê 42 salî û xelkê Şerîfabada Sariyê li girtîgeha navendî ya Sariyê hatiye birêveçûn.
Cemal Eskerabadî beriya niha hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan û Menûçêhr Hidayetî jî, ji 3 sal berî niha ve hatibû girtin û bi heman tohmetê bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.