Ciwanro; Heft welatiyên Kurd ji wan zarokek bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin
Hengaw; Pêncşemî 2ê Çileya 2025an
Heft welatiyên Kurd û xelkê Ciwanroyê ji wan nûciwanekî 17 salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî hatine girtin. Nasnameya welatiyên ku hatine girtin bi Umîd Xakî, Silêman Neqdî, Yasîn Mehmûdî, Muxtar Bababcanî, Yasîn Remezanî, Keyhan Elahmuradî û zarokek bi navê Mihemed Mehmûdî hatiye eşkerekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 28ê Kanûna 2024an, Mihemed Mehmûdî yê temen 17 salî, Yasîn Remezanî yê temen 29 salî, Yasîn Mehmûdî yê temen 31 salî, Umîd Xakî yê 34 salî, Silêman Neqdî yê 35 salî, Muxtar Bababcanî û Keyhan Elahmuradî herdu nêzî 35 salî û hemû xîzandar li taxa "Pişt Nexweşxane" ya Ciwanroyê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyane li meşa êrîşa hovane ya hêzên ewlehî hatine girtin û hinek ji wan di dema pevçûnê de birîndar bûne.
Vê çavkaniyê daye zanîn ku, ev heft kesane ji ber "pêwendî digel girûpên tundajo yên olî" hatine binçavkirin.
Umîd Xakî, Silêman Neqdî, Yasîn Mehmûdî, Muxtar Bababcanî, Mihemed Mehmûdî, Yasîn Remezanî û Keyhan Elahmuradî piştî ku hatine binçavkirin, bo girtîgeha Meydana Neftê ya Kirmaşanê (girtîgeha îdareya Îtilaatê) hatine veguhastin û heta niha ji mafê pêwendiya telefonî û hevdîtinê bêpar bûne.
Hewla malbat û kesûkarên van heft welatiyên Kurd derheq agehdarbûn ji rewşa wan di heyama pênc rojên borî de bê encama maye û şêweya girtin û lêdan û kutana wan bûye cihê dilgiraniyê derheq rewşa tendirustiya wan.