Rêûresma Newrozê; Şêx Zahid Şehabî çalakvanê olî, bi awayekî hovane ji aliyê îdareya Îtilaatê ve li Seqizê hate girtin

Hengaw; Duşemî 24ê Adara 2025an
Şêx Zahid Şehabî, ji çalakvanên olî yê Kurd û xelkê bajarê Seqizê, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê de bi awayekî hovane hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Şêx Zahid Şehabî yek ji beşdarbû û gotarbêjê yek ji rêûresmên Newroza vê dawiyê ya bajarê Seqizê bû.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 24ê Adara 2025an, Şêx Zahid Şehabî yê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi êrîşkirin bo ser xaneqa “Rêya Azadî” ya bajarê Seqizê, tevî girtina Zahid Şehabî, pirtûkên heyî di vê xaneqayê de avêtibûne derê.
Her di vê derheqê de, çend roj beriya niha hejmarek ji çalakvanên medenî yên bajarê Seqizê bi pêşbênîkirina bûyera van êrîşên piştî rêûresma Newrozê, li hember dosiyesazî ji bo çalakvanan hişyarî dabûn.
Her di vê derheqê de, Şêx Zahid Şehabî roja Înê 14ê Adara 2025an, li rêûresma çiyayê “Caqil” ê ser bi Seqêz amade bibû, û li wê derê çend axaftinek pêşkêş kir û li agirê Newrozê pêxist.
Hêjayî gotinê ye ku Azad Şehabî yê birayê Zahid Şehabî li rêkefta 19ê Tîrmeha sala borî tevî du çalakvanên olî yên dinê bi navên Peyman Mihemedî û Perwîz Rehîmpenah li wê xaneqaya ku tê de çalakî hebûn, rastî gullereşandinê hatin û di dawiyê de canê xwe ji dest dan.
Piştî derbasbûna heyamekê, çalakvanên medenî yên Seqizê, bi îşare bikirin belgeyên heyî û pêşîneya saziyên hikûmetî, ev kiryare wek terora rêkxistinî û hewldanek ji bo tepeserkirinek zêdetir binav kirin.