Kirmaşan; Mamoste Ayet Xulamî ji mamosteyên Sune mezheb ê Kurd hate girtin

Hengaw; Çarşemî 23ê Nîsana 2025an
Mamoste Ayet Xulamî, mamosteyê olî yê Kurd û Sune mezheb û pêşnimêjê Mizgefta “Mihmed El-Mustefa” a Kirmaşanê piştî gazîkirin bo Taya Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî li bajarê Kirmaşanê, hate binçavkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 23ê Nîsana 2025an, Mamoste Ayet Xulamî, mamosteyê olî yê Kurd piştî gazîkirin bo Taya Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî li bajarê Kirmaşanê hate binçavkirin.
Heta niha ti zanyariyek ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî mamosteyê olî li ber dest nîne.
Hêjayî gotinê ye ku, ev mamosteyê olî li rêkefta 9ê Tîrmeha 2024an, piştî gazîkirin bo beşa Parastina îdareya Îtilaatê li Kirmaşanê, bi fermana vê saziya ewlehî, ji pêşnimêjî û çalakîkirin di Mizgeftê de hatibû qedexekirin.
Demek piştî qedexekirin ji çalakiyan, mamosta Ayet di vîdyoyekê de hevdem digel şermezarkirina vê sizayê ragihand ku, jê re huşdarî hatiye danê ku divê hemû kombûn û waneyên li Mizgefta “Mihemed El-Mustefa” di bin çavdêriya navendên ewlehî de bêne lidarxistin.
Mamoste Ayet Xulamî diyar kirbû ku, sedema qedexekirina çalakiyan nîşandana nerazîbûnanê li derheq kuştina kolber û rexnekirina hikûmetê, wajokirina daxuyaniyeke şermezarkirinê li dijî darvekirina mamoste Mihemed Xizirnijad û girtina mamosteyan û qedexekirina çalakiyên wan e.