Girtina mamoste Luqman Emînî, piştî gazîkirin bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê

22 April 2025 17:54

Hengaw; Sêşemî 22ê Nîsana 2025an

Mamoste Luqman Emînî, pêşnimêjê Mizgefta "Çar Yarê Nebî" ya bajarê Sine, ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, piştî gazîkirin bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hate girtin. Navbirî berê bi girtîgeh û dûrxistinê hatibû sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Nîsana 2025an, mamoste Luqman Emînî, kesayetiyê olî yê xelkê Sine, piştî gazîkirin bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hate girtin.

Mamoste Luqman Emînî piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û ji sedemên girtina vî mamosteyê Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Ev kesayetiyê olî yê Kurd perê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan li bajarê Hemdanê ve bi tohmeta “ragirtina çekê” bi 5 sal girtîgeh, bi tohmeta “propaganda li dijî hikûmetê û bi qazanca partiyên Kurdistanî” bi salek girtîgeh û bi tohmeta “handan bo çêkirina aloziyan û piştevanîkirina ji xwenîşanderan” bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan.

 Li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran 5 sal girtîgeh, ji bo vî mamosteyê Kurd dê were cîbicîkirin.

Navbirî herwiha bi qedexekirina hertimî ji cilûbergên mamostetiyê, qedexeya hetayî ji xwendina xutbeyê û du sal dûrxistin bo bajarê Erdebîlê hatiye sizadan.

Mamoste Luqman Emînî, roja Duşemî 30ê Çileya 2023an, li ser rêya Sine bo Merîwanê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin û roja Çarşemî 22ê Şibata heman salê, piştî danîna barimteyê û bi dawekî demkî heta dawî qonxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin