Urmiye; Girtina Keywan Reşozade, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

03 January 2025 13:48

Hengaw; Înê 3ê Çileya 2025an

Keywan Reşozade, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê Urmiyê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo girtîgeha vê saziya leşkerî_ewlehî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 21ê Kanûna 2024an, Keywan Reşozade yê girtiyê siyasî yê berê yê xelkê Urmiyê, bi êrîşkirina hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran bo ser mala malbatî ya wî hatiye girtin.

Ev welatiye, roja borî di pêwendiyeke kurt a telefonî de dabû zanîn ku, ji girtîgeha Îtilaata Spaha Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye veguhastin. Navbirî ragihandiye ku di heyama girtina xwe de li girtîgeha ewlehî bi dijwarî hatiye îşkencekirin û şûna van îşkenceyan li ser laşê wî diyar in. Lê tevî vê yekê berpirsên girtîgehê rê nedane ku navbirî bo dermanxaneyê were şandin.

Keywan Reşozade berê, roja Şemî 5ê Cotmeha 2024an, digel Kamran Qasimî yê hevodsyeyê wî, piştî derbaskirina 5 sal sizayê girtîgehê ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû berdan.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê siyasî piştî ku hatibû azadkirin bo çendîn caran ji aliyê saziya Îtilaata Spaha Urmiyê ve hatibû gazîkirin û ji aliyê hêzên ewehî ve ji bo hevkarîkirin digel wan rastî zext û givaşan hatibû û heta bi dijwarî rastî lêdan û katanê hatibû. Piştî redkirina daxwaza hevkariya digel wan, navbirî hatibû gefxwarin ku "mafê jiyanê li Îranê nîne û divê bi zûtirîn dem welat bi cih bihêle".

Berî niha Keywan Reşozade, roja Şemî 27ê Nîsana 2024an ji bo heyamekê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê û ji ber vê yekê ji aliyê hêzên girtîgehê ve rastî lêdan û kutanê hatibû û ji bo heyamekê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Lêdana û îşkencekirina Keywan Reşozade ji aliyê hêzên girtîgehê ve bi awayekî dijwar bûye ku dayîka vî girtiyê siyasî bi belavkirina peyameke vîdyoyî tevî ku nîgeraniya xwe anîbû ziman daxwaza pêragihîştin bi rewşa wî kiribû.

Keywan Reşozade, roja Duşemî 13ê Hezîrana 2022an jî, ji ber ku berpirsên girtîgehê rê nedabûne wî ku mirexesiyê werbigire, bi nîşaneya nerazîbûnê bi dirûna lêvên xwe dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Keywan Reşozade û Kamran Qasimî di roja 8ê Cotmeha 2019an de, digel 3 welatiyên din ên bi navên Umîd Seyîdî, Ebdulezîz Mihemedpûr û Nayîb Hacîpûr ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve li Urmiyê hatibûne girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibûne veguhastin.

Kombûna pêregihîştin bi tohmetên van 5 welatiyên siyasî di meha Kanûna 2020an de, li Taya  Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê bi serokatiya Dadwer "Şêxlû" hatibû birêveçûn û ev 5 welatiyane bi tohmeta hewldan li dijî ewlehiya netewî ji rêya endamtî li Partiya Komele ya Kurdistana Îranê her yek ji wan bi 10 sal û rojek girtîgehê hatibûne sizadan.

Sizayê wan girtiyane di dawiyê de bi cîbicîkirina madeya 442 a yasaya Dadgehîkirina Tawanan, bi 7 sal û 6 meh girtîgehê hatibû kêmkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin