Pîranşar; Gazîkirin û girtina Fireydûn Nebî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê

03 January 2025 18:29

Hengaw; Înê 3ê Çileya 2025an

Fireydûn Nebî, welatiyê Kurd û xelkê Pîranşarê û ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" piştî gazîkirin û serdankirin bo Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û bo birêvebirina 95 meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 2ê Çileya 2025an, Fireydûn Nebî yê welatiyê temen 22 salî û xelkê Pîranşarê bo birêvebirina 7 sal û 11 meh sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Ev welatiyê Kurd 9ê Gulana 2023an, piştî derbaskirina 286 roj ji lêpirsîn û girtinê bi danîna barimteya pênc milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû berdan. Navbirî heyama 65 rojan li girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê û 7 meh û 11 rojan jî li girtîgeha navendî ya Nexedê derbas kiribû.

Fireydûn Nebî ji aliyê Taya Du ya Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer "Emîr Ocaqlû" bi tohmeta "endametî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de" bi 43 meh girtîgeh, bi tohmeta "kombûn û lihevkirin" bi 38 meh girtîgeh û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi 8 meh girtîgeh û bi giştî 89 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin ku li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran 43 meh girtîgeh ji bo navbirî dê were cîbicîkirin.

Herwiha di dosyeyeke dinê de jî, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Pîranşarê ve bi serokatiya dadwer "Riza Qehremanî Saetlû" bi tohmeta "têkdana asayişa giştî û bêrêzîkirin bi Xamneyî" şeş meh sizayê girtîgehê û valakirina du milyon û nîv perê nexdî bi ser de hatibû sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Fireydûn Nebî di heyama lêpirsîn û girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û mefên din ên destpêkî  hatibû bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin