Bokan; Hetaw Ekremî ji malbata dadxwazan bi awayekî tundûtijî hate girtin

31 May 2024 13:19

Hengaw; Înê 31ê Gulana 2024an

Hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, welatiyeke Kurd a xelka Tikabê û rûniştiya bajarê Bokanê ya bi navê Hetaw Ekremî bi awayekî hovane û tundûtîjî li Bokanê girtin û bo cihekî nexuya veguhastin; Navbirî dotmama Mêhran Ekremî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ye ku li bin îşkenceyê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 30ê Gulana 2024an, Hetaw Ekremî ya 42 salî û xelka bajarê Tikabê li gundê “Îngîce” yê ser bi Bokanê di êrîşa hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran bo ser mala dê û bavê wê de hate girtin. Ew di bajarê Bokanê de birêveberê kargeheke cildûrînê ye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata Ekremî, nêzî bîst kes ji hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran êrîşê ser mala malbata Hetawê li Boaknê kirine û ev welatiya Kurd bi awayekî hovane û tundûtîjî binaçv kirine.

Herwisa hêzên Spaha Pasdaran piştî girtina vê welatiya Kurd, mala dê û bavê wê jî vekolîna giştî kirine.

Hetaw Ekremî dotmama Mêhran Ekremî yê ciwanê canjidestdayî di bin îşkencê de ye. Mêhran ku di tevgera Jin Jiyan Azadî de li Cotmeha 2022an li Seqizê hatibû girtin, roja Sêşemî 13ê Adara 2024an, li bin îşkenceya hêzên îdareya Îtilaata Sezqizê canê xwe ji dest da.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji cihê ragirtin û rewşa Hetaw Ekremî û tohmetên li dijî wê hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin