Bokan; Salek girtîgeh bi ser Solmaz Hesenzade ji endamê malbatên dadxwaz de hate sepandin
Hengaw; Sêşemî 29ê Cotmeha 2024an
Solmaz Hesendzad, endamê malbatên dadxwaz ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve salek girtîgeh bi ser de hate sepandin. Navbirî hevdem digel salvegera birayê xwe yê bi navê Mihemed Hesenzade ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî hatibû girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Solmaz Hesenzade, xwîşka Mihemed Hesenzade ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi salek girtîgehê hate sizadan.
Solamaz Hesenzade digel bavê xwe yê bi navê Ehmed Hesenzade roja Sêşemî 30ê Tîrmehê, hevdem digel salvegera jidayîkbûna Mihemed Hesenzade li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wan, bi bê ti belgeyên yasayî û bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê hatibûne girtin.
Daye Ezîme, dayîka Mihemed Hesenzade jî, ji aliyê van hêzan ve bi tundî rastî lêdanê hatibû û ji ber birînên xwe bo nexweşxaneya Duktor Qulîpûr a Bokanê hatibû veguhastin.
Solmaz Hesenzade roja Sêşemî 13ê Tebaxa 2024an, piştî 8 roj gireva birçîbûnê li odeya takekesî û 14 roj binçavkirin, di dawiyê de bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.
Ehmed Hesenzade û Solmaz Hesenzade li rêkefta 5ê Îlona 2023an jî hatibûne girtin û Solmaz Hesenzade êvareya roja Çarşemî 27ê Îlonê dîsan digel sê kes ji hevalên xwe li rêya navbera Bokan bo Seqizê hatibûne girtin.