Nexede; Selam Azerî 18 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin
Hengaw; Şemî 4ê Çileya 2025an
Selam (Şahîn) Azerî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Nexedê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî 18 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Selam Azerî yê temen 42 salî yê bavê 3 zarokan û xelkê Nexedê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi srokatiya Secad Dostî bi tohmeta "endametî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de" bi 12 meh girtîgeh û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi 6 meh girtîgehê hate sizadan.
Selam Azerî li roja Şemî 18ê Mijdara 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Nexedê hatibû girtin.
Hengawê di vê derbarê de li gorî gotina çavkaniyeke agehdar nivîsîbû ku, ev welatiyê Kurd bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî û li cihê karê xwe û bi awayekî tundûtîjî hatiye binçavkirin û hêzên ewlehî mala wî jî bi tevahî vekolîn kirine.
Navbirî di dawiyê de piştî midehek ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.