Îlam; Mesûd Nezerniya ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

05 January 2025 00:57

Hengaw; Yekşemî 5ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Îlamê yê bi navê Mesûd Nezerniya, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vê bajarî hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 4ê Çileya 2025an, Mesûd Nezerniya ê temen 35 salî û xelkê bajarê Îlamê, di meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala malbatî ya navbirî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzîkî xizmên Nezerniya, Mesûd Nezerniya selt e û bi sedema belavkirina storiyeke nerazîbûnê li ser tora civakî ya Instagramê hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedema binçavkirin, sizayê bi ser de hatî sepandin, qeder û cihê ragirtina Mesûd Nezerniya  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin