Şino; Gazîkirin û girtina Emîr Rehmanî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê
Hengaw; Yekşemî 5ê Çileya 2025an
Emîr Rehmanî yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê piştî gazîkirin û serdankirin bo Birêveberiya Sizayan a vî bajarî hate girtin û bo birêvebirina sizayê sê meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 4ê Çileya 2025an, Emîr Rehmanî yê xelkê taxa "Taçînava" ya ser bi Şinoyê ji bo birêvebirina sizayê sê meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Ev welatiyê Kurd berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer "Ensarî" bi tohmeta "endametî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de û propagendekirin li dijî hikûmetê" bi giştî bi sê sal sizayê girtîgeha ragirtî û salek sizayê girtîgeha sepandî (teizîr) û valakirina 40 milyon perê nexdî hatibû sizadan, sizayê hatî dayîn piştre bo sê meh girtîgehê hate kêmkirin.
Emîr Rehmanî 18ê Adara 2024an, li meşa êrîşa hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bo sar mala wan û bi awayekî tundûtîjî û bi lêdan û kutanê hatibû girtin û destpêkê bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê û piştre bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.
Ev welatiyê Kud di heyama girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin û di dawiyê de 8ê Nîsana 2024an bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgeha Şinoyê hatibû berdan.