Bokan; Binçavkirin û nexuyabûna qedera Hesen Ehar

05 January 2025 17:26

Hengaw; Yekşemî 5ê Çileya 2025an

Hesen Ehar, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê ji du hefte beriya niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek serast derbarê çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 14 roj ji binçavkirina Hesen Ehar, welatiyê temen 45 salî yê xelkê bajarê Bokanê û bavê du zarokan heta niha ti zanyariyek li derheq qeder û rewşa wî ber dest nîne û di vê heyamê de navbirî ji mafê pêwendîgirtin bi malbat û xizmên xwe re hatiye bêparkirin. 

Hesen Ehar roja Yekşemî 22ê Kanûna 2024an, li ser karê xwe ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve û bi bê ti belgeyên yasayî hatibû binçavkirin û piştre bo cihekî nexuya hatibû veguhastin. 

Hêjayî gotinê ye ku, li peyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji qeder û rewşa navbirî bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana zanyariyên serast parastine û gef li wan xwarine ku xwe ji medyayîkirina vê mijarê biparêzin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derheq binçavkirin, sizayê bi ser de hatinî sepandin û qedera vî welatiyê Kurd  li ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin