Du girtiyên Kurd bi dizî ve li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hatine darvekirin

05 January 2025 19:53

Hengaw; Yekşemî 5ê Çileya 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navê Meysem Ferhadî û Riza Bextiyarî li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê bi nihênî û bi bê dawî hevdîtin bi malbatên xwe re hate birêveçûn. Ev gu girtiyane berî niha bi tohmeta "kuştina bi qeset" bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 1ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina Meysem Ferhadî yê temen 29 salî û xîzandar û Riza Bextiyarî herdu xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Dîzilavayê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyane berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibûne girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Sizayê darvekirina van du girtiyên Kurd di demekê de hatiye cîbicîkirin ku herdu ji mafê dawî hevdîtin bi malabatên xwe re hatibûne bêparkirin.

Nûçeya darvekirina van du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin