Bilwanava; Sîna Mihemedî, çalakvanê medenî bi girtîgehê hate sizadan

22 December 2024 18:04

Hengaw; Yekşemî 22ê Kanûna 2024an

Sîna Mihemedî, endamê Encumena Çandî-civakî ya “Jiyar”a Dêwulanê û derçûyê zanîngeha Kurdistanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi mehek girtîgeh û sizayê tevawker ê pêkhatî ji “240 demjimêr karkirina belaş li îdareya Rê û Ban û Hatinûçûnê ya rêyan” hatiye sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Sîna Mihemdî yê temen 27 salî û Karnasê Birêveberî, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Dêwulanê ve bi serokatiya dadwer “Rostemî” bi 30 roj girtîgehê hatiye sizadan.

Ev çalakvanê medenî wek sizayê tevawker jî, 240 demjimêr karkirina belaş li îdareya Rê û Ban û Hatinûçûnê ya Rêyên Dêwulan û Bilwanavayê hatiye sizadan.

Mînaka tohmeta Sîna Mihemedî, amadebûna wî di xwenîşandanên îsal ên welatiyên Bilwanavayê de derbarê rewşa rê û têkdana rêya hatinûçûnê ya vê beşê, ji aliyê barhilgirên kanan ve hatiye zanîn.

Hengawê berê di raporekê de nivîsîbû, roja Çarşemî 18ê Îlona 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser mala malbatî ya Sîna Mihemedî li bajarê Bilwanavayê û bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê navbirî binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Ev çalakvanê medenî piştî 8 roj binçavkirinê bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Qurwê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin