Dêwulan; Hikmet Emîrî, çalakvanê sivîl bi 42 meh girtîgehê hate sizadan

08 August 2024 19:50


Hengaw; Pêncşemî 8ê Tebaxa 2024an

Hikmet Emîrî, çalakvanê medenî û jîngehparêzî û ji çalakvanê warê pêşîgirtin û dermankirina kesên bengî yê xelkê bajarê Dêwulanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 42 meh girtîgehê hate sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de, Hikmet Emîrî, çalakvanê sivîl û jîngehparêz û çalakvanê warê pêşîgirtin û dermankirina kesên bengî yê xelkê bajarê Dêwulanê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Rostemî Ehmer, bi 42 meh girtîgehê hate sizadan.

Pêka çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmetê” û “propagendekirin li dijî hikûmetê” bi 6 meh girtîgeha "teizîrî" û 36 meh girtîgeha "ragirtî" wate bi giştî bi 42 meh girtîgehê hatiye sizadan û ev sizaye 31ê Tîrmehê bi fermî jê re hatibû ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku, kombûna pêregihîştin bi tohmetên vî çalakvanê jîngehparêzî di Bihara îsal de li dadgeha navbirî bi rê ve çûbû.


Di vî warî de zêde bixwînin