Sine; Jiyan Mîrî, çalakvanê warê jîngehparêzî bi girtîgehê hate sizadan

Hengaw; Çarşemî 28ê Gulana 2025an
Jiyan Mîrî, çalakvanê warê jîngehparêzî yê xelkê Sine ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgehê hate sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Jiyan Mîrî yê xelkê gundê "Tengîser" ê ser bi bajarê Sine, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sineyê ve bi tohmeta “hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re” bi salek girtîgehê hate sizadan.
Ev çalakvanê jîngehparêzî herwisa wekî sizayê tevawker bi valakirina 50 milyon Tumen parê nexdî hatiye sizadan.
Navbirî rêkefta 11ê Çileya 2025an, li taxa "Mesnaw" a ser bi bajarê Sine û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.
Jiyan Mîrî roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.
Ev çalakvanê jîngehparêzî, heta niha çendîn caran ji ber çalakiyên xwe ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye gazîkirin û binçavkirin.