Karo Elîdad, çalakvanê jîngehparêzî ji Merîwanê bi 18 meh girtîgehê hate sizadan

Hengaw; Pêncşemî 29ê Gulana 2025an
Karo Elîdad, çalakvanê sivîl û jîngehparêzî yê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 18 meh girtîgehê hate sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Karo Elîdad, çalakvanê sivîl û jîngehparêzî yê 21 salî û xelkê Merîwanê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" bi 18 meh girtîgehê hate sizadan.
Karo Elîdad roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser cihê karê wî bi awayekî tundûtîjî hate binçavkirin.
Girtina navbirî ji ber beşdarîkirin li girevgirtina roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an, bi mebesta nîşandana nerazîbûnê li hember sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, du girtiyên siyasî û mehkûm bi darvekirinê, bûye.
Navbirî roja Şemî 1ê Adara 2025an piştî 38 roj binçavkirinê li îdareya Îtilaata Sine û girtîgeha navendî ya vî bajarî bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sineyê hatibû berdan.
Hêjayî behskirinê ye ku, momikên pişta vî çalakvanê jîngehparêzî berê jî di temirandina agirê daristanên Merîwanê de rastî ziyandîtinê hatibûn. Navbirî li meha Çileya 2021an jî, careke dinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin.