Qesra Şîrîn; Ciwanekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin
Hengaw; Duşemî 6ê Çileya 2025an
Ciwanekî Kurd û xelkê bajarê “Qesra Şîrîn”ê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê Mihemed Ezîzî li bazara sînorî ya Perwîzxanê bi teqeya rasterast a hêzên Yekîneya Taybet a Fermandehiya Hêza Întizamî ya Komara Îslamî ya Îranê û “Nupu” (Hêzên Taybet a Pasdarên Wilayetê) ku di bin koma Yekîneya Taybet de ye bi sê gulleyan hate kuştin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 11ê şeva Yekşemî 5ê Çileya 2025an, hêzên Yekîneya Taybet a “Nupu”yê êrîş kirine ser bazara sînorî ya Perwîzxanê ya ser bi bajarê Qesra Şîrînê û ciwanekî temen 34 salî yê bi navê Mihemmed Ezîzî dane ber gulleyan û di encamê de navbirî canê xwe ji dest da.
Yek ji xizmên Mihemed Ezîzî ji Hengawê re ragihandiye: “Mihemed jidayîkbûyê sala 1990an û selt bûye û ji aliyê sîng û zikê xwe ve rastî teqeya Kilaşînkovê hatiye û dem û dest canê xwe ji dest daye.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Mihemed Ezîzî heftiya derbasbûyî jî bi hêzên Întizamî re rastî pevçûnê hatibû û şeva derbasbûyî van hêzan ji bo binçavkirina navbirî êrîş kiribûne ser bazara Parwîzxanê û piştî vê ku Mihemed xwe rasdest nekiribû, bi 3 gulleyan hatibû kuştin. Van hêzan ji bo binçavkirina Mihemed Ezîzî biryara teqeyê ji Elî Rostemî, Serdozgerê bajarê Qesra Şîrînê wergirtibûn.