Şeşemîn roja gireva birçîbûnê ya Pûriya Cewahirî di girtîgeha navendî ya Sinê de
Hengaw; Duşemî 6ê Çilya 2025an
Pûriya Cewahirî, girtiyê siyasî yê xelkê Kamêranê ku duyemîn meh ji sêyemîn sala girtina xwe derbas dike, bi nîşandana nerazîbûnê derheq berdewamiya girtina wî, dest avêt bi gireva birçîbûnê. Navbirî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û berê di girtîgehên Îtilaata Spahê de rastî îşkence û îtirafên bi zorê hatibû.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji roja Çarşemî ve Pûriya Cewahirî yê 31 salî û xelkê Kamêranê bi nîşandana nerazîbûnê li hember zêdetirî du sal nediyarbûna qedera wî di girtîgehê de, li girtîgeha navendî ya Sinê dest avêtiye bi gireva birçîbûnê û îro di şeşemîn roja girevê de ye.
Mistefa Ehmediyan, parêzerê Pûriya Cewahirî di vê derbarê de bi îşarekirin bi girtina 25 meh a muwekilê xwe, ragihandin ku: "Pûriye Cewahirî bi nîşandana nerazîbûnê li derheq girtina wî ya demdirêj di girtîgeha navendî ya Sinê de dest avêtiye bi gireva birçîbûnê."
Pûriya Cewahirî li destpêka meha Şibata 2023an, ji girtîgeha Şehramfer a Spaha Pasdaran li Sinê bo girtîgeha navendî ya Kamêranê hatibû veguhastin. Navbirî di Îlona 2023an de ji vê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Sinê hatibû veguhastin.
Navbirî bi senariyoya Îtilaata Spaha Pasdaran li Kamêranê, di rewşeke tund a ewlehî de hatibû neçarkirin ku di senariyoya kuştina kesekî de rol bilîze ku ev yeka bû sedema dosyesazî li dijî navbirî û tohmetbarkirina wî di kuştina endamekî hêzên hikûmetê de.
Ev girtiyê siyasî di Adara 2024an de, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve ji tohmeta "miharibe, propagendekirin li dijî hikûmetê û endamtî di girûpên dijberê hikûmetê de" bêtawan derçûbû.
Lê navbirî di dosyayeke dinê de li Dadgeha Keyferî bi tohmeta “kuştina bi qest a personelekî Spaha Pasdaran” hatibû tohmetbarkirin û heta niha ti sizayek derbarê vê dosyayê de nehatiye danê.
Medyayên hikûmetê 15ê Mijadra 2022an, kuştina besîcek yê bi navê Riza Azerbar li Kamêranê ragihandibûn û piştre Pûriya Cewahirî wekî encamderê vê rûdawê dabûne nasîn.
Ev yeka di halekê de bûye ku li gorî gotina Hesen Cewahirî, bavê Pûriya Cewaherî, kurê wî roja 14ê Mijdarê li gund mijûlî karê çêkirina rêyan bûye û xelkê gundê şahidiya vê yekê didin ku li bajarê Kamêranê nebûye.
Pûriya Cewahirî di 29ê Mijdara 2022an de, li tevgera Jin Jiyan Azadî piştî gazîkirin bo Sazyia Îtilaatê ya Spaha Pasdaran li bajarê Kamêranê hatibû girtin.