Girtîgeha navendî ya Îlamê; Mihemed Danyalî, girtiyê siyasî yê Kurd dest avêt bi gireva birçîbûnê

05 May 2025 11:28

Hengaw; Duşemî 5ê Gulana 2025an

Mihemed Danyalî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Avdananê yê girêdayî parêzgeha Îlamê, bi mebesta nîşandana nerazîbûna xwe li hember rewşa xirab a xwe li girtîgeha nevendî ya Îlamê dest avêt bi gireva birçîbûnê. Navbirî niha duyemîn meh ji sizayê du sal girtîgeha xwe derbas dike.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 4ê Gulana 2025an, Mihemed Danyalî yê girtiyê siyasî yê temen 25 salî û xelkê Avdananê dest avêt bi gireva birçîbûnê.

Mihemed Danyalî, çalakvanê çandî yê Kurd û endamê girûpa çiyagerî ya "Binara Avdanan" roja Şemî 15ê Adara 2025an, bi mebesta birêvebirina 2 sal sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin li Dêluranê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Îlamê hate veguhastin.

Mihemed Danyalî berê bi tohmeta "kombûn û lihevkirin li dijî asayişa netewî û encamdana tawanên civakî" bi giştî bi 2 sal girtîgehê û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hatibû sizadan.

Navbirî êvareya roja Yekşemî 14ê Gulana 2023an, di halekê de ku ji bo karkirinê mala xwe ji Avdananê bo bajarê Dêluranê veguhastibû, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaatê li Îlamê hatibû veguhastin.

Mihemed Danyalî di dawiyê de roja Pêncşemî 13ê Tîrmeha 2023an, bi danîna barimteya 5 milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê ji girtîgeha Îlamê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Mihemed Danyalî di heyama girtinê de, roja Înê 9ê Hezîrana 2023an, li girtîgeha Îtilaata Îlamê ji bo nîşanadana nerazîbûnê li hember destpêrenegihîştin bi dosyeya xwe û tiraşîna serê wî bo heyamekê li girtîgehê dest avêtibû bi gireva  birçîbûnê.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin