Grevgirtina birçîbûnê ya Amanc Mistefapûr, girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Mehabadê

Hengaw; Çarşemî 26ê Şibata 2025an
Amanc (Yasîn) Mistefapûr, girtiyê siyasî yê Kurd bi nîşandana nerazîbûnê derheq rewşa xwe di girtîgehê de, dest avêt bi greva birçîbûnê. Navbirî yek ji girtiyên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” li bajarê Mehabadê ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji roja Înê 21ê Şibatê ve, Amanc Mistefapûr, girtiyê siyasî yê temen 26 salî û xelkê bajarê Mehabadê di girtîgeha navendî ya vî bajarî de, dest avêtiye bi grev birçînûnê. Navbirî heyama salek ji sizayê xwe derbas kiriye.
Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Amanc Mistefapûr, di vê derheqê de tekezî kiriye ku ev girtiyê siyasî bi nîşandana nerazîbûnê derheq givaş û nefermaniyên saziya Îtilaata Spaha Pasdaran ji binpêkariyên mafên destpêkî yên wî dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.
Amanc Mistefapûr di meha Îlona sala 2023an de, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Du ya bajarê Mehabadê ve bi serokatiya Secad Dêhqanzade bi tohmeta “destbiserdegirtin û jinavbirina mal û milakan” bi 5 sal girtîgeha sepiyayî, bi tohmeta “kavilkirina mal û milkan” bi yek sal û nîv girtîgeh û bi tohmeta “nefermanîkirina karbidestan” bi du sal girtîgeh û bi tohmeta “têkdana asayişa giştî” bi salek girtîgeh û bi giştî 9 sal û şeş meh girtîgeha sepiyayî ji aliyê vê dadgehê ve bi ser de hate sepandin.
Li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayên herî zêde bo Amanc Mistefapûr, wate 5 sal girtîgeha sepiyayî divê were cîbicîkirin.
Ev girtiyê siyasî bi tohmeteke dinê ku di dosyeyek dinê de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve hatiye danê, bi giştî bi 2 sal girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.
Amanc Mistefapûr roja Duşemî 26ê Şibata 2024an, bo cîbicîkirina sizayê bi ser de hatî sepandin hate girtinê û bo girtîgeha navendî ya bajarê Mehabadê hate veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, navbirî li dawiya Kanûna sala 2022an, di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de piştî ku ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Mehabadê hatibû revandin bo girtîgeha vê saziyê hatibû veguhastin. Navbirî di demekê de ku heyameke zêde di girtîgehê de bi bê mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtinê bû, di dawiyê de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû azadkirin.