Çardehemîn roj ji grevgirtina birçîbûnê ya Kiyanûş Çiraxî di girtîgeha navendî ya Îlamê de

Hengaw; Şemî 15ê Adara 2025an
Kiyanûş Çiraxî, girtiyê siyasî yê xelkê Dêluranê, çardehemîn roj ji greva birçîbûnê li girtîgeha navendî ya Îlamê derbs kir. Ev welatiyê Kurd ku bi nîşaneya nerazîbûnê derbarê hilweşandina sizayê pêbenda elekteronîkî yê xwe û dubare veguhastina wî bo girtîgehê di girtîgeha navendî ya Îlamê de dest avêtibû bi grevgirtina birçîbûnê û ji deh roj berî niha ve lêvên xwe dûrî ne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Kiyanûş Çiraxî, welatiyê temen 44 salî û xelkê bajarê Dêluranê di halekê de çardehemîn roj ji grevgirtina birçîbûnê derbas dike ku ji roja Pêncşemî 6ê Adara 2025an ve dest avêtiye bi dûrîna lêvên xwe.
Ev welatiye ji roja 16ê Şibata 2025an ve bo heyama 9 rojan li girtîgeha navendî ya Îlamê dest avêtibû bi greva birçîbûnê, û paşê di duyemîn grevgirtina xwe de ji roja Yekşemî 2ê Adarê ve heta niha greva birçîbûnê girtiye ku heft rojên destpêkê dest avêtibû bi grevgirtin ji xwarina ter û heft rojên dawîn jî dest avêtiye bi grevgirtin ji xwarina hişk.
Kiyanûş Çiraxî ku di halekê de vê dawiyê li jêr çavdêriya pêbenda elektronîkî ji girtîgeha Îlamê hatibû berdan, di meha Çileyê de bi biryara Taya 6 a Dadgeha Pêdaçûnê ya Parêzgeha Îlamê sizayê wî hate hilweşandin û careke din bi lêdan û bêrêziyê ve hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin.
Ev fermanberê berê yê îdareya Asayişa Civakî ya Dêluranê sala borî ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tometa “kiryarên li dijî asayîşa nîştimanî” bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan.
Navbirî piştî demekê ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi serokatiya dadwer Seyîd Riza Selahedînî bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” sizayê 1 sal girtîgehê bi hesabkirina rojên borî yên girtina wî bi ser de hate sepandin.
Ev welatiyê Kurd roja Çarşemî 27ê Îlona 2023an, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî, bi sedema belavkirina peyameke vîdyoyî li ser tora civakî ya “Instagram”ê bi hilkefta yekemîn salvegera kuştina Jîna Emînî bi tundûtîjî hatibû girtin.
Kiyanûş Çiraxî ku beriya niha wekî fermanberê îdareya Ayasişa Civakî ya Dêluranê kar dikir, piştî girtina wî ji aliyê îdareya Îtilaatê ve di meşa tevgera Jîn, Jiyan, Azadî de, bi nîşaneya nerazîbûnê dest ji karê xwe berdabû.