Mutelib Ehmediyan, girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Êvînê dest avêt bi gireva birçîbûnê

Hengaw; Sêşemî 6ê Gulana 2025an
Mutelib Ehmediyan, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Banê ku li benda çar a girtîgeha Êvînê tevî derbaskirina 15 sal ji sizayê xwe yê 30 salî tê ragirtin, bi nîşandana nerazîbûnê li hember biryara Daxwazkarê Giştî li derheq ragirtina sizayê wî û neşandina wî bo mirexesiya dermanî dest avêt bi gireva birçîbûnê.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 5ê Gulana 2025an, Mutelib Ehmediyan, girtiyê siyasî yê 42 salî û xelkê bajarê Bane, tevî rewşa xirab a tendirustiyê, bi nîşandana nerazîbûnê li hember pêrenegihîştin bi pizîşkên dermanî dest avêt bi gireva birçîbûnê.
Rêgirîkirin ji ranegirtina sizayê vî girtiyê siyasî, tevî rewşa wî ya xirab li beşa “esna eşer” û şikestina movikên pişta wî ku pêwîstî bi neştergerî û derbaskirina heyama başbûnê li derveyî girtîgehê heye, tê encamdan û eva jî di halekê de ye ku barimteya pênc milyar Tumenî bo wî hatiye danîn û hef parêzeran, kifaleta wî kêşandine stûyê xwe.
Ev girtiyê siyasî berê ji ber encamdana neştergeriya riviyan û ranegirtina wî li jêr çavdêriya pizîşkî û vegerandin bo girtîgehê tûşî werimîn û hevdem avjêçûna riviyan bibû û rekeha singê wî pir bibû ji av û rastî pirsgirêka êşa sîng û lêdana tund a dil hatibû, lê berpirsên girtîgehê rê ji şandina wî bo nexweşxaneyê digirtin.
Ev girtiyê siyasî di heyama çendîn salên borî de, tûşê çendîn pirsgirêkên cur bi cur yên tendirustiyê bûye û ti demekê pêregihîştina pêwîst a pizîşkî ji bo wî nehatiye kirin û ji ber wan sedeman nexweşiyên wî zêde bûne.
Hêjayî gotinê ye ku Mutelib Ehmediyan di Mijdara 2022an de, ji bo ku qonaxa yekem ji sê qonaxên neştergeriya (beyze), bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin, lê rojek piştî neştergeriyê û bi bê ku heyama dermankirinê bi dawî bibe, bo girtîgehê hatibû vegerandin.
Hêjayî behskirinê ye ku, berê jî parêzerê Mutelib Ehmediyan, bi sedema pêşdeçûna nexweşiyên vî girtiyê siyasî, daxwaza rawestandina sizayê wî yê dirêj ê girtîgehê kiribû, ku di dawiyê de bi sedema destêwerdana Wezareta Îtilaatê di proseya biryara komîsyona pizîşkî de ev daxwaza yasayî hatibû redkirin.
Mutelib Ehmediyan piştî derbaskirina 230 roj li odeya takekesî û îşkencekirinê, bi tohmeta “miharibe bi rêya endamtiya Partiya Komele ya Kurdistana Îranê” bi 30 sal girtîgehê hate sizadan.
Ew herwisa di du dosyeyên dinê de bi tohmeta “hatinûçûna neyasî li sînorê welat” bi valakirina milyonek Riyal sizayê nexdî û salek girtîgehê û herwisa bi tohmeta “beşdarîkirin di qetilê de” bi 9 sal girtîgehê û valakirina nîveya pereyê xwîna kuştî û 20 milyon Tumen sizayê nexdî hatibû sizadan.
Ev girtiyê siyasî, roja 5ê Cotmeha 2010an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin. Navbirî di niha de li rewşeke gelek xirab a fîzîkî û derûnî di benda 4 a girtîgeha Êvînê de sizayê 30 sal girtîgehê ku bi ser de hatiye sepandin derbas dike.