Karwan Şahî Perwane ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, wek nerazîbûnê derheq nediyarbûna çarenevîsa xwe dest avêtiye bi gireva birçîbûnê

10 May 2024 18:04


Hengaw; Înê 10ê Gulana 2024an

Karwan Şahî Perwane yê girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Şinoyê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bi nîşaneya nerazîbûnê derheq girtina wî di heyama 20 mehan de, li girtîgeha navendî ya Şinoyê dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Karwan Şahî Perwane yê girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Şinoyê ji bo nîşandana nerazîbûnê li hember berdewamiya nediyarbûna qeder û dosyeya xwe, ji roja Sêşemî 7ê Gulana 2024an ve li girtîgeha navendî ya Şinoyê dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîk malbata vî girtiyê siyasî, Karwan Şahî Perwane ku îro Înê 10ê Gulanê di çaremîn roja gireva xwe ya birçîbûnê de ye, wekî nerazîbûn derheq berdewamiya nediyarbûna qeder, çêkirina dosya li dijî wî û ne şopandina dosyeya wî dest avêtiyee bi gireva birçîbûnê.

Karwan Şahî Perwane yê ciwanê 23 salî û xelkê Şinoyê, êvareya roja Duşemî 24ê Cotmeha 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û bo girtîgehên ewlehî yên Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî di heyama girtina xwe de rastî  îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatibû.

Navbirî digel 6 girtiyên din ên Şinoyê, bi "muharibe" hatibûne tohmetbarkirin û piştî 18 mehan, di dawî kombûna Dadgeha Taya Sê ya Dadgeha Şoreş a Urmiyê de ji tohmeta "muharibê" bêtawan derçûn. Hengaw beriya niha ragihandibû ku ev girtiyên hanê çendîn caran rastî îşkenceyên derûnî (îdamkirina nimayişî) hatine.

Karwan Şahî Perwane, roja Pêncşemî 22ê Adara 2023an, piştî 18 mehan ji binçavkirinê û bo heyama 5 rojan bo mirexesiyê hatibû şandin û piştre dîsan bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin