Girtîgeha Bokan; Hewram Mêhrnewayî ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî dest avêt bi gireva birçîbûnê

Hengaw; Çarşemî 14ê Gulana 2025an
Hewram Mêhrnewayî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Bokanê û ji girtiyê tevgera “Jin Jiyan Azadî” bi nîşandana nerazîbûnê li derheq redkirina daxwaza sûdwergirtin ji mafê azadiya mercdar, li girtîgeha navendî ya Bokanê gireva birçîbûnê girt.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Gulana 2025an, Hewram Mêhrnewayî, girtiyê siyasî yê Kurd ji ber redkirina daxwaza wî ya azadkirina mercdar li girtîgeha navendî ya Bokanê dest avêt bi gireva birçîbûnê.
Hewram Mêhrnewayî, roja Sêşemî 2ê Nîsana 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi tohmeta “beşdarîkirin li birêvebirina rêûresma Newrozê” bo cara duyem hatibû girtin.
Ew roja Înê 2ê Kanûna 2022an, di meşa tevgera Jin, Jiyan û Azadî de li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û di dawiyê de bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Ev welatiyê Kurd meha Adara 2023an, ji aliyê Taya 1em a Dadgeha Şoreş a Bokanê ve bi tohmeta "hevkarîkirina bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re li meşa berxwedanên girseyî yên li vî bajarî" sizayê 54 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
Hewram Mêhrnewayî, roja Yekşemî 9ê Nîsana 2023an, bi mebesta cîbicîkirina sizayê xwe yê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin û di dawiyê de li jêr çavdêriya pêbenda elektronîkî li bajarê Bokanê hatibû berdan û paşê bo girtîgehê hatibû vegerandin.