Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd bi tohmeta "destdirêjiya bi zorê" li girtîgeha navendî ya Mehabadê
Hengaw; Duşemî 6ê Çileya 2025an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd û xelkê Serdeştê yên bi navên Elî Atîn û Riza Seyîdî ku berî niha bi tohmeta "destdirêjiya seksî" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Mehabadê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 6ê Çileya 2025an, Elî Atîn ê temen 28 salî û Riza Seyîdî yê temen 48 salî û herdu xelkê bajarê Serdeştê li girtîgeha navendî ya Mehabadê hatine darvekirin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev du girtiyane di heyama rojên borî de ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Mehabadê hatibûne veguhastin û roja borî jî dawî hevdîtin bi malbatên xwe re encam dabûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyên Kurd sê sal berî niha bi tohmeta "destdirêjiya bi zorê" hatibûne girtin û di dosyeyeke hevbeş de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, ev kesane piştî zext û eşkerekirina hejmarek ji çalakvanên sivîl û mafên jinan ên xelkê Serdeştê li ser kiryarên tawankar ên bandeke destdirêjiya bi zorê ya li ser jinan hatibûne girtin. van çalakvanane roja Şemî 25ê Îlona 2021an, li meydana “Serçişme” ya Serdeştê kom bibûn û tevî şermezarkirina vê destdirêjiya bi zorê ya girûpeke çend kesî ya li ser hejmarek jin û keçan li vî bajarî, hevxemiya xwe û piştevaniya xwe ji bo qurbaniyan û malbatên wan dabûne nîşandan.
Hengawê berê li gorî gotina beşdarbûyeke vê kombûnê ragihandibû ku, serheng “Beharî" hatibû nav xwenîşandanan û ragihandibû ku sê kes ji endamên vê girûpê hatine girtin. Xwenîşandanan jî gotibûn ku eger ev kesane di dadgeheke dadperwer de neyên sizadan, dê ew kombûnên nerizayetiyê berdewam bikin.
Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.