Îlam; Girtina Sîrwan Perwîzî, blogerê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Sêşemî 7ê Çileya 2025an
Sîrwan Perwîzî, blogerê komîdiyen û çalakvanê torên civakî yê xelkê bajarê Îlamê bi sedema rexnegirtin ji rewşa xirab a abor, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 5ê Çileya 2025an, Sîrwan Perwîzî, ciwanê bloger ê komîdiyen û xelkê bajarê Îlamê li encama êrîşa hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran bo ser mala wî ya malbatî hate girtin.
Girtina Sîrwan Perwîzî, li pêwendî bi belavkirina posteke Instagramî bi naveroka rexnekirî û pêkenokî li derheq rewşa aborî ya Îranê di bin desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de bûye.
Lipeyketinên malbata Sîrwan Perwîzî bi mebesta agehdarbûn ji rewşa wî û dabînkirina barimte ji bo azadiya demkî ya wî bê encam maye û hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ji dana her cure zanyariyek di vê derheqê de xwe parastine.