Jinkujî; Jineke qurbaniya zarok zewacê li Îlamê ji aliyê mêrê xwe ve hate kuştin

07 January 2025 16:49

Hengaw; Sêşemî 7ê Çilya 2025an

Jineke ciwan a xelka Îlamê ya bi navê Zehra Şehbazî ku qurbaniya zewaca bi zorê û zarok zewacê jî bûye, ji aliyê mêrê xwe ve bi çekê hate kuştin. Hatiye zanîn ku bikuj reviyaye. Di heyama sala 2024an de herî kêm 9 jin li parêzgeha Îlamê ji aliyê kesên nêzîkê xwe ve hatine kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 7ê Çileya 2025an, jineke ciwan a 28 salî ya bi navê Zehra Şehbazî li yek ji taxên Îlamê, navenda parêzgeha Îlamê ji aliyê mêrê xwe ve û li ber çavê zaroka wan a 14 salî ji ber pirsgirêkên malbatî hate kuştin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Zehra Şehbazî di temenê 14 saliyê de neçar maye bi awayekî zorê zewacê bike û ew qurbaniya zarok zewacê ye.

Qudret Heyderîzade, fermandê Întizamî li Îlamê ji Nûçegihaniya Îlnayê re ragihandiye ku, bikuj ê temen 32 salî û hevjînê vê jinê piştî encamdana vê tawanê reviyaye û hewlên ji bo binçavkirina wî hatine destpêkirin.

Pêka belge û amarên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2024an de, parêzgeha Îlamê bi 9 haletên jinkujiyê yek ji wan parêzgehan bûye ku zêdetirîn haletên jinkujiyê tê de hatine tomarkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin