Kolberek li ser sînorê Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate birîndarkirin
07 January 2025 17:03
Hengaw; Sêşemî 7ê Çileya 2025an
Kolberekî xelkê Bokanê yê bi navê Umîd Efruze di dema kolberiyê de li navçeya sînorî ya Seqizê bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 5ê Çileya 2025an, Umîd Efruze yê kolberê temen 28 salî û xelkê Bokanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin.
Ev kolberê Kurd li navçeya sînorî ya "Bestam" a ser bi bajarê Seqizê bûye armanca gulleyên van hêzan û rewşa tendirustiya wî xirab hatiye ragihandin.
Umîd Efruze piştî vê ku bi teqeya hêzên leşkerî hatiye birîndarkirin, ji ber kûrahiya birînên xwe bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya "Şefa" ya Seqizê hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî