Xûzistan; Çar çalakvanên sendîkayî bi 24 meh girtîgehê hatine sizadan
Hengaw; Sêşemî 7ê Çileya 2025an
Çar kes ji mamoste û çalakvanên sendîkayî li Ehwazê yên bi navên Kewkeb Budaxîpenah, Elî Kirûşat, Pîrûz Namî û Siyamek Sadiqî Çehrazî di dosyeyeke hevbeş de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve her yek ji wan bi şeş sal girtîgehê hatine sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, her yek ji Kewkeb Budaxîpenah û Pîrûz Namî ji mamosteyên Lor ên Bextiyarî û xelkê Îzeyê, Elî Kirûşat ji çalakvanê sendîkayî yê Ereb û xelkê Ehwazê û Siyamek Sadiqî Çehrazî ji mamosteyê xanenişînkirî û rûniştiyê Ehwazê ji aliyê Taya Sêyem a Dadgeha Şoreş a Ehwazê ve di dosyeyeke hevbeş de her yek ji wan bi şeş sal girtîgehê û bi giştî 24 meh sizayê girtîgehê bi ser wan de hatiye sepandin.
Li gorî sizayê hatî sepandin, ku roja Sêşemî 7ê Çileya 2025an bi awayekî devkî bi van çar çalakvanên sendîkayî re hatiye ragihandin, her yek ji wan bi tohmeta "kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya welat" bi 5 sal girtîgehê û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi salek girtîgehê hatine sizadan.
Kombûna pêregihîştin bi tohmetên van çar çalakvanên sendîkayî li rêkefta 6ê Mijdara 2024an, li Taya Sêyem a Dadgeha Şoreş a Ehwazê hatibû lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev çar çalakvanên sendîkayî di heyama salên borî de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatibûne gazîkirin û rastî lêpirsînê hatibûn.